SportAdmin använder Cookies för att förbättra din användarupplevelse. Genom att klicka på Jag Godkänner tillåter du detta. Här kan du läsa mer om cookies och hur SportAdmin använder dem.
Borlänge Gymnastikklubb
Gymnastik åt alla!

Bibe endamé Gymnastikkluba Borlängeyê. 
Hûn dikarin bi réya malpera me www.borlangegk.se serî li grûba me bidin. 

Di malperé de di paragrafa yekem de nivîsandina VÄLKOMMEN heye hinekî din li jéra vé nivîsé dibéje ( Klicka här). Wé rûpeleke nû vebe û di forma ku nû vedibe de wé Nav û Navnîşan bén nivîsandin. Dema ku ev form were dagirtin hûn ê bikevin doré. Mixabin, heta ku em karibin di nav grûb yan jî di komeké de cih bidin we, dibe ku 6-12 meh derbas bibe. Gava ku cih vala bûn, em é bi réya mailé we agahdar bikin.
Mesrefa ji bo gymnastik/parkourê ji hev cuda ye, di navbera grûban de dimîne, li gorî hefte, roj û saetan hûn é cih bigirin. 
Bihaya vê derdora 750-2600 SEK/termîn e. 

Salona Borlänge Gymnastikklubbê li Hammargatan 4, li Södra Backayê ye. Ji bo yî hemû perwerdehiyên gymnastik/parkourê mamosteyên me hene, ji ber vé yeké em dikarin alîkariyê bidin gymnastvanan.

Em ji dayîk, bavan û listîkvanén Borlänge Gymnastikklubbê hevî dikin ku hurmetê ji mamosteyên me re bigirin. 
Em dixwazin ku hemû kes di wexté xwe de werin perwerdehiyê, hewl bidin ku pozîtif(erénî) bin û di grûbê de alîkariya hev bikin û hay ji amûr/aletan hebin. Weke dé û bav em dixwazin di termîneké de ji bo firotina tiştan 2 kes jî alîkariyé bide me.

E-post: borlange.gk@telia.com

Hemsida: www.borlangegk.se

Facebooksida:Borlänge Gymnastikklubb